PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê li sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberekî Kurd reşand û ew birîndar kir.
Hat ragihandin ku îro 29ê Mijdarê roja Duşemê li ser sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li kolberekî bi navê Seyîd Mobîn Ehmedî yê ji gundê Terkêşê reşand.
Hat diyarkirin ku ew kolberê Kurd di êrîşa pasdaran de birîndar bûye û bo nexweşxaneya bajêr hatiye veguhestin. Derbarê rewşa birînên wî de agahiyên zelal nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin