PeyamaKurd- Li welatê Misrê, wezareta karên hundir bi nivîskî beyanekî da çapemeniyê û di beyanê de behsa efûya ku ji aliyê serokkomariyê de hatiye derxistin kir. Di biryara efûyê de 472 kes bi şert 678 zîndanî hatin berdan.
Nehat ragihandin bê di nava kesên efûkirî de, yên siyasî hene an na lê ev cara sêyeme ku di nava sê hefteyan de 862 kes hatine berdan.
Serokê Misrê Abdulfettah es-Sîsî bi taybetî biryarên weha di dema kongreyên ciwanan de dide. Di meha gulana borî de, biryarekî da ku piraniya wan ji gêncan bû; 332 ciwanan bi efûyê serbest berdabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin