PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê di fabrika tekstîlê de di wexta xwarina firavînê de ji 200 karkeran 55 ji wan bi xwarinê, bi jehrê ketin. Karker ji serêş û lihevketina mîdê gilî û gazinên xwe dikirin. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn fabrîqê û 55 karkeran birin nexweşxane yên bajêr. Piştî tedawiya wan li nexweşxaneyan, wan şandin malên wan û hewce nedîtin ku wan li nexweşxaneyan bihêlin an razînin.
Rêvebirê tenduristiyê yê bajarê Meletiyê Prof. Dr. Recep Bentli ragihandiye ku ne hewceye nexweş li xestexaneyan razên û wan şandine fabrîqê an malên wan. Nûmûneyên xwarinan birine labaratûwaran û li benda encamê ne bê di xwarinan de tiştekî jehrê an xeta heye an na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin