Li Idlibê li dijî xala çavdêriyê ya TSKê êrîsek pêk hat

Li Idlibê li dijî xala çavdêriyê ya TSKê êrîsek pêk hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Idlibê êrîşî xala çavdêriyê ya 10emîn a Tirkiyê kirine.

Li gor zanyariyên berdest, bombe li nêzîkî xala çavdêriya ya dehemîn a Tirkiyê li bajarê Idlibê ketiye.

Derbarê zirar û ziyanên canî de tu zanyarî nehatin parvekirin.

Ji aliye din ve Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çar mehên dawiyê de li Dûriyê 920 kesan canê xwe ji dest daye û nêzîkî 400 hezar kes koçber bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin