Leyen: Divê Pûtîn di ser de têk biçe û hesabê kiryarên xwe bide

Leyen: Divê Pûtîn di ser de têk biçe û hesabê kiryarên xwe bide

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, ragihand ku divê Pûtîn di şerê Ukraynayê de têk biçe û hesabê kiryarên xwe jî bide.

Von der Leyen, ji rojnameya Bild re li ser pirsa; "Gelo hûnê bi mirina Pûtîn kêfxweş bibin?” gotiye: "Divê mirov bi mirina kesekî kêfxweş nebe û ev ji bo her mirovekî derbas dibe. Lê belê pêwîste Pûtîn şer winda bike û hesabê kiryarên xwe bide. Ev ji bo min girîng e.”

Leyen herwiha bal kişandiye ser tawanên şer ên cidî ku li Ukraynayê pêk hatine û gotiye, ew piştevaniya vekirina doza li Dadgeha Navdewletî ya Dadê dikin û divê ew tawan werin cezakirin.

Von der Leyen, li ser mijara alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê jî daye xuakirin ku heger Ukraynî alavên baş ên leşkerî bi dest bînin, ew xwe bi parastina xwe îsbat dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin