Pirtûka "Bo Dîrokê" ya Serok Mesûd Barzanî wergerandin zimanê Fransî

Pirtûka "Bo Dîrokê" ya Serok Mesûd Barzanî wergerandin zimanê Fransî

PeyamaKurd – Pirtûka "Bo Dîrokê" ya Serok Mesûd Barzanî, ji aliyê du mamosteyên zimanê Fransî yên li Zanîngeha Selahedîn, ji bo zimanê Fransî hat wergerandin. Armanca çapkirina vê pirtûkê bi zimanê Fransî ew e ku li ber destê nivîskar û lêkolînerên Fransî ku bixwazin li ser Kurdan binivîsin, çavkanî û belgeyeke girîng hebe.

Mamoste Bextiyar Husên, yek ji wan mamosteyan e ku bûye neh meh piraniya demên xwe ji bo wergerandina pirtûka Bo Dîrokê terxan kiriye û diyar dike, wî bi hevalê xwe re pirtûka Serok Barzanî ji bo zimanê Fransî wergerandiye.

Mamoste Ebdulcebar Salih jî, ku ligel mamoste Bextiyar Husên pirtûk wergerandiye, qala armanca wergerandina pirtûka Bo Dîrokê kir û got: “Armanca me ya wergerandina pirtûka Bo Dîrokê ji bo zimanê Fransî ew e ku çavkanî û belgenameyeke girîng bixin ber destê nivîskar û lêkolînerên Fransî ku dixwazin li ser Kurdan binivîsin û lêkolînan li ser Kurdan bikin.”

Hêjayî gotinê ye, beriya salekê pirtûka Serok Barzanî bi dirûşma "Em serê xwe natewînin" bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî hatin çapkirin û niha bi zimanê Fransî 2 hezar heb hatine çapkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin