PYDê bersiva Guterres da: Em Komîteya Destûrê red dikin!

PYDê bersiva Guterres da: Em Komîteya Destûrê red dikin!

PeyamaKurd – Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser birêve dibe, bersiv da daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ya derbarê pêkanîna komîteya destûra Sûriyê de.

Guterres doh li Civata Giştî ya NY ragihandibû ku Komîteya Destûrê hatiye pêkanîn û dê li Cenevê jî rojên pêş yekem civîna xwe li dar bixe.

PYDê bi îmzeya 29 partiyên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku komîte wan girê nade û dema ragihandina pêkanîna komîteyê jî ne tesadufî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komîteya destûrê ne li ser nêrînên aliyên opozisyonê bi şêwr û nêrînên Tirkiye, Rûsya û Îranê hatiye pêkanîn û ew dewlet jî ne çareseriyeke di berjewendiyên gelê Sûriyê de, çareseriyeke li gorî berjewendiyên xwe dixwazin.

PYDê herwiha diyar kir ku pêwîst bû Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriya Demokratîk di komîteyê de cî bigirta, lê ji amadekirina destûrê têne dûrxistin.

Li gorî daxuyaniyê tenê pêkhateyên Astanayê di nav komîteyê de cî girtine û ev jî dijî biryara jimara 2254 a NY ye ku dê bi vî awayî krîza Sûriyê kûrtir bibe û di encamek jê dernekeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin