PeyamaKurd – Kovara Foreign Policy li ser rewşa Iraqê û hewldanên avakirina hikûmeta nû analîzek belav kir.
Li gorî nivîsa kovarê di van mercên ku Iraq niha tê de derbas dibe, hikûmeta ku serokwezîrê raspartî Mustefa Kazimî ava bike bi ser nakeve.
Kovara Foreign Policy a Amerîkî di analîza ji aliyê Steven A. Cook ve bi sernavê, “Ti kes nikare alîkariya Iraqê bike” hatiye weşandin de, balê dikişîne ser xetayên hikûmetê berê yên Iraqê û dide zanîn, ji ber vê jî ti kes nikare Iraqê ji vê rewşê rizgar bike û pirsgirêkan çareser bike.
"Amerîka terka Iraqê dide”
Di analîzê de tê gotin ku Iraq rûbirûyî qeyraneke neçar de ye û vekişîna Amerîkayê ji Iraqê bibîr dixe ku dide zanîn, Serokê Amerîka Donald Trump jî bi niyet e ji Iraqê vekişe.
Steven Cook derbarê Mustefa Kazimî de jî dide xuyakirin ku ew kesayeteke ne girêdayî partiyekê ye, ji aliyê Amerîka ve pêşwazî lê hatiye kirin û dema Serokê Îstixbarata Iraqê bûye hewl daye saziya îstixbaratê dûrî siyasetê bike.
"Sîstema xenîmetê”
Di analîzê de tê destnîşankirin ku piştî peymana 2007an a Amerîka-Iraqê ya vekişînê, li Iraqê ‘sîstema xenîmetê’ serdest bûye û partî û kesayetên siyasî bûne sedema zêdebûna gendeliyê û mezinkirina pirsgirêkan.
Di analîza Kovara Foreign Policy de, tê diyarkirin ku mayîna hêzên Amerîkî li Iraqê, berdewamkirina rahênana hêzên iraqî û astengkirina vegera DAIŞê karekî aqilane û stratejîk e.
Herwiha di dawiya nivîsê de jî tê gotin, Kazimî ji bo serokwezîriya Iraqê kesekî guncan e lê belê nikare Iraqê rizgar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin