PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de 5 kesan ji vîrûsa korona (Covid-19) can da û 45 kesên din jî pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kirin.
Mistefa ragihand, 45 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 5 kesan jî can daye.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 8 hezar û 900 kesan, hejmara mirinan bû 346 kes û heta niha 12 hezar û 59 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin