PeyamaKurd - Projeyasaya înfazê bi 279 dengên “Belê” li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Tenê 51 dengên “Na” hatin bikaranîn. Komên partiyên AKP û MHPê bi hev re projeyasa amade kiribûn.
Projeyasaya derbarê Guhertinên Di Hin Qanûnan De û Qanûnên Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Cezayan De li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Piştî nîqaşên li Danişîna Giştî pêvajoya dengdanê pêk hat. 330 parlamenter beşdarî dengdanê bûn. 51 parlamenteran dengên “Na” û 279 parlamenteran jî got “Belê” û di encamê de projeyasa hat qebûlkirin.
Qanûn piştî erêkirina Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û paşê jî wê têkeve meriyetê
Li gorî vê guhertina destûrê wê nêzîkî 90 hezar girtî ji girtîgehan derkevin. Ligel hemû hewldanên partiyên muxaletê siyasetmedar û rojnamegerên girtî û kesên ji ber aşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine girtin tevlî van guhertinan nekirin ango ew dê neyên berdan.
Bi vê projeyasayê re di 11 qanûnên cida de 70 xal hatin guhertin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin