PeyamaKurd - Malbatên ku bi qasî 6 meh in li pêşiya avahiya HDPê ji bo vegerandina zarokên xwe yên çûne çiyê nobetê digirin, doh li ber avahiyê şer kirin.
Li gorî zanyariyan malbata polisekî konê xwe terk kiriye û çalakiya xwe bi dawî anîye.
Hat zanîn, doh di navbera malbatên li ber Avahiya HDPya Diyarbekirê de şer derket.
Li gorî agahiyan dayik û bavê Mustafa Bîçerê ku tê gotin ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û dayik û bavê polîs Vedat Kaya ku li navçeya Licê ji aliyê HPGê ve hatiye revandin pev çûn.
Nîqaşa ku di bin kon de dest pê kiriye paşê wergeriya şerê bi kursiyan, lê sedema pevçûnê nehatiye zanîn ku polîs ketine navberê û şer bi dawî bûye.
Malbata Kaya bertek nîşanî Malbata Bîçer da û kon terk kir û îro jî neçû ber avahiya HDPê.
Li gorî nûçeya MAyê malbatên ku ji şerê di navbera xwe de encamek bi dest nexistine êrîşî avahiya HDPê kirine. Ji nav malbatan kesekî şimika piya xwe avêtiye rêveberekî HDPê ku xwest bikeve avahiya HDPê. Lê şimik li şûna rêveberê HDPê li serê polîseke jin ketiye. Ji ber derba şimikê eniya polîsê derb xwariye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin