Serfermandarên Amerîkî û Rûsî bi mijara Rojavayê dicivin

Serfermandarên Amerîkî û Rûsî bi mijara Rojavayê dicivin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku serfermandarê Amerîkayê û Rûsyayê li Vîyanayê bi mijara Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê civînekê pêk tînin.

Berdevkê desteya serfermandariya hevbeş a Amerîkayê Patrick Ryder ji çapemeniyê re ragihand, serfermandarê artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û serfermandarê artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov dê bicivin û pirsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê guftûgo bikin.

Civîn û hevdîtina her du serfermandaran îro duşemê (04.03.2019) li paytexta Austriayê Viyanayê pêk tê û hat diyarkirin ku di civînê de gotûbêj li ser rewşa Sûriyê û bi taybetî jî li ser Rojavayê Kurdistanê, rewşa asayiş û ewlehiya navnetewî û lêknedanê operasyonên her du welatanê li Sûriyê bêne guftûgo kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin