Li Colemêrgê 15 roj qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê 15 roj qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 15 roj qedexeya çalakiyan û şahiyên li nav bajêr ragihand. 

Di daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê de hat gotin, çalakî, daxuyanî û şahiyên li navenda bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojên din hatiye qedexekirin ku heta 15ê Çileyê 2021ê berdewam dike.

Wekî hinceta qedexeyê ewlehiya netewî, pêşîîgirtina tawanan, parastina azadî û mafên kesên din, pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê û provakasyonên ku derkevin holê yên bûyerên civakî hat nîşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e serê 15 rojan qedexe tê dirêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin