Li Kurdistanê 26 kesên din bi koronayê ketin û kesek jî mir

Li Kurdistanê 26 kesên din bi koronayê ketin û kesek jî mir

PeyamaKurd  - Li qezaya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve 26 haletên nû yên pêketina bi vîrusa nû ya koronayê tomarkirin, herwiha li bajarê Silêmaniyê jî pêketiyeke koronayê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê 26 kesên din bi vîrusa Covid-19 ketine, ku xelkê qezaya Koyê ne.

Li gor daxuayniyê, pêketiyên nû zarokek û 25 zilam in, ku 12 kesan berkevtin ligel tûşbûyên berê hebûne û 14 kesan jî bêyî têkiliya ligel tûşbûyan, nîşaneyên nexweşiyê li laşên wan hatine dîtin.

Kesên pêketî, nîştecihên taxên Çar Çira, Federalî, Kekon, Bayiz Axa, Raperîn, Azadî û Dildar in.

‘Li Silêmaniyê kesekî din mir’

Her wiha ji aliyê din ve, hat ragihandin ku, li nevxweşxaneya taybet bi koronayê ve, pêketiyeke din ê koronayê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê hêj bi fermî haleta nû ya mirinê neragihandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin