PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 69 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 113 nexweş jî baş bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin, 69 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 13 kes li Hewlêrê, 20 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 2 kes jî li Germiyanê ne.
Li gorî van amarên dawî hejmara pêketinên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 106660 kesan, ya mirinan bû 3492 kes û heta niha 101916 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin