Hesda Sebî cewab da Ewrûpayê

Hesda Sebî cewab da Ewrûpayê

PeyamaKurd – Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê daxwaza hilweşandina hêzên Heşda Şebî ya Iraqê kiribû. Lê berpirsên Heşda Şebî vê yekê wek “destwerdana nav karûbarên Iraqê” binav dikin.

Endamê Desteya Rêveber a rêxistina Esaîbî Ehlê Heq Leys Azarî, ku ev rêxistin ser bi Heşda Şebî ve ye, ji Rûdawê re ragihand: “Eger ew (Yekîtiya Ewropayê) di xema ewlekarî û asayîşa Iraqê de bana tic ran li dijî Heşda Şebî biryar bnedidan. Ji ber ku Iraq tenê bi hebûna Heşda Şebî bihêz dibe.”

Azarî diyar kir, ku diyar e Yekîtiye Ewropayê seqamgiriya Iraqê naxwaze û got: “Lewma bi berdewamî dijîtiya Heşda Şebî dikin. Ew biryara Yekîtiya Ewropayê çekdarên asayî yên Heşda Şebî jî aciz kiriye.”

Çekdarê bi navê Mihemed Cabrî amaje bi şerê DAIŞê dike û dide xuyakirin, ku Heşda Şeibî di şer de cihê artêşê girtiye.

Piştî ku Parlamentoya Iraqê Heşda Şeibî weke hêzeke fermî ya ser bi Wezareta Berevaniyê pesend kir, pişta wê hêzê stûr bûye. Lewma bi nêrîna berpirsên vê hêzê, zehmet e daxwaza Yekîtiya Ewropayê were cîbicîkirin.

Endamê Hizba Nûceyba ya ser bi Heşda Şebî Xeyrî Dexîl jî got: “Mafê Yekîtiya Ewropayê yan jî yên wan kesên li derveyî van sînoran in, tune ye behsa biryarên dewletekî xwedan serwerî bikin. Ne Yekîtiya Ewropayê, tevahiya cîhanê nikare Heşda Şeibî hilweşîne. Heşda Şeibî kerameta me ye, parêzerê welat e. Ew ji bow ê hene ku rûbirûyê zulm û zordariyê bin.”

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Ewropayê de Heşda Şeibî bi navê çendîn lîsteyên cuda beşdar bûn û bi fermî jî bi riya Hevpeymaniya Fetih karîn bibin xwediyê 47 kursiyên parlamentoyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin