Sala nû li 2 bajarên bakur bi erdhejê dest pê kir

Sala nû li 2 bajarên bakur bi erdhejê dest pê kir

PeyamaKurd - Li bajarên Bakurê Kurdistanê Çewlik û Elezîzê di destpêka sala 2019an de erdhej hejiya û bû sedema tirsê li wan bajaran.

Saziya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Yedisu ya bajarê Çewlikê li demjimêr 05:09an erdhejeke bi pileya 4.2yan rû daye.

Herwiha AFADê erdhejeke din jî tomar kir ku ew jî îro sibehê li bajarê Elezîzê bi pileya 3.9an rû daye.

Hat diyarkirin ku piştî wan herdu erdhejan, li Çewlik û Elezîzê çend erdhejên din ên sivik çêbûne û ti ziyaneke madî û canî çênebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin