PeyamaKurd – Şandeke bi seroktiya Wezîrê Cotkarî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî roja Yekşemê serdana Bexdayê dike.
Berdevkê Wezareta Cotkarî û Çavkaniyên Avê Husên Heme Kerîm ji medya Kurdistanê re ragihand ku Wezêrê Cotkariyê û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî û şanda ligel wî 9ê Sibatê roja Yekşemê diçe Bexdayê daku pirsgirêkên avê û cotkaran gotûbêj bike.
Husên Heme Kerîm daye xuyakirin ku Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Xalid Şivanî jî di şandê de wê cî bigire û di serdanê de wê daxwaz ji Iraqê bê kirin ku kare pêwîst ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê bên kirin da ku cotkarên Kurdistanê zirarê nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin