PeyamaKurd – Li Rûsyayê di avahiyeke 5 qatî de teqînek pêk hat. 4 kesan can dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Nîzhnevartovskê yê herêma Tyumen a Rûsyayê, li gorî saeta herêmî, di saet 18:06an de di avahiyeke 5 qatî de teqînek çêbû.
Piştî teqînê di aliyekî avahiyê hilweşiya, 52 şêniyên avahiyê bi derfetên xwe ji avahiyê derketin, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyên 4 kesan hatin dîtin û 10 kes jî di bin xirbeyan de birîndar bûn.
Şaredarê Nîjnevartovskê Dmîtrî Koşçenko di daxuyaniyekê de derbarê teqînê de tekez kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tekezî li ser wê yekê hat kirin, îhtîmala heye teqîn ji ber gazê derketibe. Herwiha diyar kir, derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin