PeyamaKurd – Îro şer di navbera hêzên artêşa Îsraîlê û Hizbûllaha Lubnanê de li ser sînorê herdu aliyan dest pê kir.
Nava rojê hat ragihandin ku ji aliyê Lubnanê ve Hizbullahê fuzeyên bi tankan avêtin ser bajaroka Avivim a dike aliyê Îsraîlê.
Li gorî zanyariyan du leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan û piştre jî artêşa Îsraîlê dest bi êrîş û topbarana ser binkeyên Hizbullahê kir.
Tê ragihandin, bombardimana Îsraîlê hem ji bejahî hem jî esmanî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin