Serok Barzanî bi wezîrê Erebistana Siûdî re civiya

Serok Barzanî bi wezîrê Erebistana Siûdî re civiya

PeyamaKurd  - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê (11.06.2019) li Selaheddîn pêşwazî li Wezîrê Dewleta Şahnişîna Erebistana Siûdî yê Karubarê Rojhilata Navîn Samir Sebhan û şanda ligel wî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî hatine gotûbêjkirin û ji bo peywendiyên navbera herdu aliyan danûstandina bîr û ramanan hatiye kirin.

Şanda Erebistana Siûdî doh 10ê Hezîranê beşdariya merasîma sondxwarina serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin