PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Aso Hewêzî ragihand ku hefteya bê pişkek din ji derziya Covid-19 digihe Kurdistanê.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî got, pişka yekem ya derziya koronayê bi ser nojdar û karmendên tenduristiyê de hatiye belavkirin û li wan hatiye dayîn.
Dr. Aso Hewêzî da xuyakirin ku hefteya bê wê pişkek din bigihîje Kurdistanê ku ji 187 hezar dozan pêk tê û ji aliyê wezareta tenduristiya Iraqê ve tê şandin.
Herwiha berdevkê wezareta tenduristiyê da zanîn, hikûmeta Kurdistanê bi çend şirketên çêkirina derziya Koronayê re hevdîtin kirine û destnîşan kir, armanca hikûmetê ew e bi xwe jî derziya koronayê bikire ji ber ku girîngiyeke zêde dide vê mijarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin