PeyamaKurd - Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte îstafaya xwe pêşkêşî Serokomar Sergio Mattarella kir. Serokomar Mattarella, îstîfaya Conte pejirand û bi vî awayî hikûmeta Partîya Lîg û Tevgera Pênc Stêrkan bi dawî bû.
Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte piştî axaftina xwe ya li parlamentoyê da zanîn ku ew dê dest ji erka xwe berdide. Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella îstîfaya Conte pejirand û bi vî awayî hikûmeta Partîya Lîg û Tevgera Pênc Stêrkan bi dawî bû.
Ofîsa Mattarella da zanîn ku heta danûstandinên bo hikûmeta nû bi dawî dibin, serokomarê welêt xwestiye ku Conte karê xwe bidomîne.
Mattarella dê roja Çarşemê dest bi danûstandinên bi serokên partîyan re bike. Ger hikûmeta nû ava nebe Mattarella dikare parlamanê betal bike.
Serokê Partiya Lîg û Wezîrê Karên Navxweyî yê Îtalya Matteo Salvini dixwaze ku hilbijartina pêşwext li dar keve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin