Sewat li kampa Berderesê ya li sînorê Duhokê derket

Sewat li kampa Berderesê ya li sînorê Duhokê derket

PeyamaKurd – Li kampa Berdereşê ya li sînorê Duhokê, do êvarî bûyereke agirpêketinê çêbû. Di encamê de konek bi temamî şewitî û laşe ciwanekî jî bi rêjeya %90î şewitî.

Li gor agahiyan, ew konê ku şewitiye, yê ciwanekî 15 salî yê xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Navê wî ciwanî Mihemed Salih e û di şewatê de laşê wî ciwanî jî bi rêjeya %90 şewitiye.

Herwiha li gor Rêveberê Kampa Berdereşê Bîwar Kerîm ragihand, bûyera şewatê ji ber kontakta elektrîkê çêbûye, lê lêkolîn di derbarê bûyerê de berdewam dikin.

Bêwar Kerîm herwiha got, ew ciwanê ku laşê wî şewitiye, bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê hatiye veguhastin û rewşa wî ya tendirustiyê ne baş e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin