PeyamaKurd- Li Almanya grûba bi navê Atomwaffen Division Deutschland (Yekîtiya Sîlihên Nuklerî) ADD, parlementerê bi navê Cem Özdemir û wekîla serokê Meclisa Federal Claudia Roth ku ji partiya Kesk e, tehdîd kir. Grûb peyamên elektonîkî ji her dû parlementeran re şandin. Tehdîda grûbê ket ser medya Almanya û di tehdîdê de weha hat gotin:
“Di van deman de em plan dikin bê kengê û çawa we bikujin. Gelo di tevegreka giştî ya bê de? An em ê we li ciyê ku hun lê dimînin de bixin dest?”
Hat ragihandin ku Özdemir di serê lîsteyê de ye. Roth jî di lîstê de di rêza duyem de ye. Özdemir posta elektronîkî daye Polîsên federal û Daîra Krîmînal. Claudia Roth jî di beyana xwe de weha got:
“Dibe vê carê tehdîd bo Cem û min be lê ev tehdîd bo siyasetmedarên cîh, bo civaka sîvîl, bo Yahûdiyan û misilmanan, bo hunermendan û bo koçberan be ku dixwazin wan biwestînin.”
Berya 5 mehan li eyaleta Hessenê parêzgerê herêma Kasselê Walter Lübcke di baxçê mala xwe de ji aliyê yekî tundrewê rastgir de hatibû kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin