PeyamaKurd- Şîrketa seferên hewayî Fly Erbîl ku navenda wê li Hewlêre, dest bi seferên xwe yên navbera Hewlêr (Erbil) û payîtexta Tirkiyê Ankara kir. Di sefera ewilî de balafira şîrketê li balafirgeha Ankara Esenboğayê bi destegulên çîçekan hat pêşwazîkirin.
Seferên Fly Erbilê di hefteyê de du carin: Roja duşem û înê. Ji Hewlêrê (Erbil) siet di 13.00an de û ji Ankarayê siet di 16.00an de wê seferan bike.
Bihayê bilêtan ji 99 dolarî destpêdike û rêwî dikarin bilêtên xwe ji nivîsîngehên şîrketê ji yên li balafirgeha Hewlêr û Ankarayê bikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin