Sîrketa Pegasusê dest bi seferên Hewlêrê dike

Sîrketa Pegasusê dest bi seferên Hewlêrê dike

PeyamaKurd- Şîrketa hewayî ya Pegasusê di 17 ê temmûzê de dest bi seferên navbera bajarê Antalya Tirkiyê û payîtexta başûrê Kurdistanê Hewlêrê dike. Her hefte dê 3 roj seferan pêkbîne.

Rêwiyên ku bixwazin di navbera her dû bajaran de seferan bikin, wê bikaribin bi bihayê 150 dolarî û zêdetir bilêta xwe bikirin. Rojên ku sefer bên kirin roja sêşem, în û yekşemê ne.

Pegasus her weha bo Beyrûdê jî seferên xwe danî. Seferên Beyrûdê wê di 20 ê temmûzê de destpêbikin. Bilêtên bo Beyrûdê ji 90 dolarî destpêdike. Hefteyê 4 roj jî bo Beyrûdê dê sefer hebin. Rojên duşem, çarşem, în û yekşemê.

Piştî “referandûma serxwebûnê” ya başûrê Kurdistanê Tirkiye li ser daxwaza hukumeta Bexdayê temamê seferên hewayî yên Kurdistanê rabû rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin