Di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de 10 kes hatin desteserkirin

Di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de 10 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê, 10 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi rêxistina DAIŞê re heye, hatin desteserkirin.

Li gor Rêveberiya Asayîşa Stenbolê diyar kir, tîmên antî-teror û îstîxbarata asayişê, demek e18 welatiyên biyanî xistibûn bin çavdêriyê, ku guman dihat kirin pêwendiya wan li herêmên şer ên Iraq û Sûriyê bi rêxistina DAIŞê re hebe.

Pişt re operasyonek li 12 navçeyan di 16 navnîşanan de bo girtina gumanbaran hatiye kirin, ji gumanbaran 10 kesên biyanî hatin desteserkirin.

Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, piştî pişkinîna li navnîşanan, hêzên ewlekariyê dest bi ser hejmareke cîhazên dijîtal û belgename rêxistinê girtine.

Di derbarê gumanbaran de, li navenda ewlehiyê karûbarên yasayî berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin