CHP û ÎYÎ Partiyê, li ser lîsteyên namzedan li hev kir

CHP û ÎYÎ Partiyê, li ser lîsteyên namzedan li hev kir

PeyamaKurd- Rayedarên CHP û ÎYÎ Partiyê, li ser 10 parêzgerên ku Aksaray, Gumuşhane û Çorûm di nav de ne ku bi giranî 5 û kêmtir wekîlên wê hene, li hev kir ku di ser lîsteya CHPê re namzedî bê danîn.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, rayedarên CHP û ÎYÎ Partiyê lez dan xebatên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an ku di dê 14ê Gulana 2023yan de bê kirin.

Hat diyarkirin ku li ser lîsteya hevbeş a namzedên parlamaniyê, herdu partiyan li hin parêgehan kar kirin û biryar dan ku bi modela “fermuarê” li parêzgehên ku kêm wekîlan hilbijêrin, bi mebesta zêdekirina hejmara parlamenterên Hevpeymaniya Milet têkevin hilbijartinan.

Rêbaza fermuarê ku namzedên herdu partiyan di lîsteyê de li pey hev tên, dê bi giranî li parêzgehên biçûk ên wekî Aksaray, Gumuşhane û Çorumê ku hejmara parlamenteran 5 an jî kêmtir e, were sepandin.

Lîsteya namzedên parêzgehên ku dê hilbijartin bi modela fermuarê de bê kirin, li gorî dengên CHP û ÎYÎ Partiyê yên di hilbijartinên berê de û meyla hilbijêran dê bên diyarkirin.

Li gorî vê yekê, ji 10 parêzgehan li 7 parêzgehan namzedê CHPê û di 3 parêzgehan de jî namzedên ÎYÎ Partiyê di rêza yekem de cih digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin