Komên Çekdar li Efrînê 3 kesên din revandin

Komên Çekdar li Efrînê 3 kesên din revandin

PeyamaKurd - Revandin û girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ve li Efrînê berdewam e.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê li Sûriyê ragihand, koma Liwaya Weqas 3 kes girtin û kom daxwaza fidyê dike ji bo ku sê hemwelatiyên Kurd ku ji roja 9 Tebaxê ve girtine, azad bike.

Li gor heman çavkaniyê ew hersê kes ji gundê Hîkciyê yê ser bi Cindirêsê ve ne û ew birine cihekî nediyar.

Li gor heman çavkaniyê navê wan hersê kesan, Mihemed Sebrî yê temen 58 salî, Fewzî Sebrî yî 56 salî û Hesen Sebrî yê 49 salî. Heta niha ew hersê kes girtî ne û nehatine berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin