Servanê Çiyayê Metîna koça dawiyê kir

Servanê Çiyayê Metîna koça dawiyê kir

Xeberên ne bi xêrê zû belav dibin. Yek ji wan jî îro ket ser malperên çapemeniyê. Seyda Necmeddîn Yûsifî ku pêşmergeyê her dû şorişên Kurdistanê ya Şorişa Êlûn û Gulanê bû, do ji nîşkeve koça dawiyê kir.

Seyda Necmeddîn hêj di xortaniya xwe de tevli şorişê bû bû û di şerê Çiyayê Metîna de pêşmerge bû ku hukumeta Bexdayê bi 15 hezar cahş û ceyş êrîş kiribû ser Kurdan. Pêşmerge di wî şerê de bersiveka tund dabûn leşkerên dijmin û berevaniya xwe bi 613 pêşmergeyan kiribûn.

Paşî Seyda Necmeddîn Yûsifî, heya berpirsiyariya leqa 1 ê û endamtiya komita navendî ya PDKê bilind bû bû. Heya serhildana 1991ê mala wî li rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Urmiyê bu û ew ji ber xebata partiyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibû. Piştî serhildanê mala xwe anîbû Duhokê.

Di avakirina Bereyê Kurdistanê de roleka wî ya girîng hebû. Seyda Necmeddîn Yûsifî di rêvebiriya partî û bereyê Kurdistanê de, gelek xizmetên hêja dabû.

Seyda vê dawiyê berpirsiyara ava Metîn dikir û pere ku jê dihat,bi wan pereyan bo malbatên şehîdan xanî dida avkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin