PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiyê, di nav 24 saetên borî de 6 hezar û 158 testên koronayê hatine kirin û di encamê de 1214 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha wezaretê eşkere kir ku 8 kesan jî ji ber vîrusa koronayê can daye û 1222 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara mirinên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 7 hezar û 222 kesan û ya hejmara giştî ya pêketiyan jî bû 3403 hezar û 755 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin