Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: Hejmar dîsa zêde dibin

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: Hejmar dîsa zêde dibin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 22yê Hezîranê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand ku 622 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kes jî pê mirine. Bi van hejmarên dawî re diyar dibe ku careke din pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê zêde dibin ku çend roj berê daketibûn bin 400 kesan.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 622 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 120 kes li Hewlêrê, 236 kes li Silêmaniyê, 233 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li gorî daxuyaniyê hejmara nexweşên koronayê yên di 24 demjimêrên borî de baş bûne jî 524 kes in.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê ji destpêka pandemiyê heta niha gihîşt 181135 kesan, ya mirinan bû 4422 kes û 169590 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin