PeyamaKurd - Îro li Bexdayê, Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel wezîrê darayî yê Iraqê wê bicive.
Biryar e îro 25.06.2020an de Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ellawî bicive û guftûgoyan li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, di derbarê budce, mûçe û dahatên xalên sînorî û neft û gazê de bikin.
Hat ragihandin, Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend rojên din li Bexdayê bimîne, bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêjan bikin.
Roja 23.06.2020an şandeyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re serdana Bexdayê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin