Tirkiye bo Îdlibê: "Unsurên radîkal tehdît in"

Tirkiye bo Îdlibê: "Unsurên radîkal tehdît in"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu der barê mitabaqata li Soçiyê hatibû îmzekirin de wiha got: "Li Soçiyê sînorên Îdlibê ew ê werin parastin. Di statuya wê da guherîn ê çênebe. Her kes ê li ciyê xwe bimîne."

Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku  "Qada 15-20 kîlomêtreyî ew ê ji sîlahan were paqijkirin. Sivîl wê bimînin. Bi tenê komên terorîst yê werin derxistin. Ji 15ê Cotmehê pê va çekên giran dê ji herêma bêçek derkevin. Hetanî dawiya salê rêbejayên M4 û M5ê (li Sûriyeyê) yên ji bo bazirganiyê girîng in ew ê ji trafîkê ra werin vekirin. (Herêma bêçek) Herêm wê ji radîkalan were paqijkirin. Gel û mixalefeta maqûl wê li ciyê xwe bimîne. Agirbest tê îlan kirin."

Wezîr Çavuşoglu got ku unsurên radîkal ji bo herêmê tehdît in û wiha dewam kir:

"Balafirên me û yên Rûsyayê yên bêmirov wê li vê derê bin. Kontrolkirina sînor em ê bihevra bikin. Rejîm jî nikare êrîşê li vê derê bike. Di dema aloziyê da terorîst ka wê ji kijan alî ve biçin diyar nake. Teorîst dikarin biçine hemû ciyan. Ji ber vê berterefkirina van terorîstan bikontrol were kirin wê baştir be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin