PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Şam-Derayê 2 çekdarên li ser motorsîklêtê êrîşî dewriyeyeke hêzên ewlehiya rejîma Sûriyê kirin.
Hat diyarkirin ku pevçûn derketiye û di encamê de 3 kes ji hêzên Sûriyê hatine kuştin. SOHRê diyar kir ku êrîşkar hatiye kuştin ku çekdarekî berê yê Cebhet El Nusra bû.
Li gorî amarên SOHRê li Derayê ji destpêka salê ve 87 êrîş hatine kirin û di encamê de 73 kes hatine kuştin ku piraniya wan endamên hêzên Sûriyê û 2 jî çekdarên xwecihî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin