PeyamaKurd – Ajansa lêkolînên projeyan yên pêşkeftî ya Amerîkayê DARPA ragihand ku ceribandina firandina helîkoptera reş kirine û biser ketine. Helîkopter 30 qede hatiye firandin û bi sîstema otomasyonê ya nav kokpite hatiye îdarekirin.
DARPA di ragihandina xwe de got ku ceribandina xwe di 5 ê sibatê de bi sîstema ALIAS ê kirine. Armanca planê ew e ku ji ber pîlot di dîtina pêşiya xwe de zahmetiyê dibîne û di danûsitendinan de qutbûn çêdibe, wê ji pîlot re bibe alîkar. DARPA weha got:
“ALIAS, derfetê dide helîkopterên heyî ku di asta bilind de bi hêsanî li wan otomasyonê zêde bikin û dikare bi kêm xebatkaran operasyonan bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin