Li Heftenînê leskerekî tirk hat kustin

Li Heftenînê leskerekî tirk hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyona Tirkiyê ya bi ser devera Heftenîn a Başûrê Kurdistanê de, di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer rû daye û leşkerekî tirk bi navê Omer Kahya (23 salî) hatiye kuştin.

Li gorî ragihandina medya tirk, li Heftenînê dema êrîşên artêşa Tirkiyê bi gerîlayên PKKê re şer derketiye û di wî şerî de leşkerekî bi navê Omer Kahya yê 23 salî hatiye kuştin.

Herwiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar jî îro 19ê Hezîranê, ji bo zanyariyan derbarê êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê de ku bi hinceta hebûna PKKê berdewam dikin, li ser sînor bi fermandarên hêzên xwe re civînek li dar xist.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin