Balyozxaneya Siûdî ya Samê di demeke nêz de tê vekirin

Balyozxaneya Siûdî ya Samê di demeke nêz de tê vekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Erebistana Siûdî di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê de, Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya Şamê di demeke nêzîk de vedike.

Rojnameya El Weten a nêzî rêveberiya Şamê ragihand ku balyozê Şamê yê li Erebistana Siûdiyê Eyn Sûsan ligel cîgirê wezîrê derve yê Siûdiyê Welîd El Xerîcî civiyaye û geşedanên li herêmê û şerê li Xezzeyê gotubêj kirine.

Hate diyarkirin ku civîn di çarçoveya pêşketina têkiliyên her du welatan de hatiye encamdan ku herdu aliyan 9ê Gulana borî destpêkirina ji nû ve ya têkiliyên dîplomatîk ragihandibûn.

Herwiha rojnameyê bi agahiyên dispêre dîplomatekî rojavayî, diyar kir ku balyozxaneya Siûdiyê dê di demeke nêz de li Şamê vebe û amadekariyên vekirina wê di çend rojên bê de dest pê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin