PeyamaKurd- Piştî êrîşa li Başûrê Kurdistanê ku ji aliye Hêzên Çekdar yê Tirkiye ve pêk hat, 5 Kurdên sivîl can dabû. Serokatiya Dîvana Parlamentoya Kurdistanê da zanîn ku, tu kes, tu alî û hêz nikare axa Kurdistanê ji bo armancên xwe yê leşkerî û êrîşan bikar bîne.
Ev metod pirsgirêka Kurda ji çareseriyê dûr dixe!
Serokatiya Dîvana Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand, “Weke di paşerojê de xuya û eşkere ye ku ev pirsgirêk bi awayekî leşkeri nayê çareserkirin. Ev pirsgirêka Kurda bêtir dûrî çareseriya bi demokrasi û aşîtiyê dixe.’’
‘Divê axa Kurdistanê bo şer û topbaranan neyê bikaranîn!
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Parlamentoya Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurda piştgiriya metodên demokratik û sîvîl dikin û daxwaz dikin ku êrîşên li ser axa Kurdistanê bi dawî bibe û axa Kurdistanê bo şer neyê bikaranîn.
Di daxuyaniyê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dixwazin bi cîranên xwe Îran û Tirkiye re têkiliyên dostane, aborî, ticari û çandî berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin