PeyamaKurd- Li pakistanê di du xwepêşandanan de teqîn çêbû û di encamê de 29 kes mirin û 82 kes jî birîndar bûn. Namzedê parlementeriyê Nawabzade Sirac Raîsanî jî di nava kuştiyan de ye.
Li gor ragihandina çapemeniya Pakistanê, li eyaleta Belûcistanê, li nêzî bajarê Mastûngê teqîn çêbû û li gor çapemeniyê; hedefa teqînê, namzedê partiya Belûcistanê ya Awamê, Raîsanî bi xwe bû. Di vê êrîşê de Raîsanî di nava wan de 25 kes mirin û 50 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxaneyên di herêmê de û bajarê Kuettayê. Raîsanî di êrîşa 2011an de jî, kurê xwe yê 14 salî, wenda kiribû.
Êrîşa dinê jî, wezîrê kevin û yek ji serpereştê Partiya Ulemayan ya Îslamê ku Ekrem Xan Durranî ye, di dawiya mîtînga wî de, li bajarê Bannûyê hat kirin. Di êrîşa ku serê sibê hat kirin de, di konwoyê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn. Durranî bê birîndar bibe an bê kuştin rizgar bû.
Piştî êrîşê Durranî axifî û piştî axaftina xwe li ereba xwe siwar bû. Dora ereba wî bi partîzanên wî dorpêç bû ku teqîn çêbû. Durranî got ku “hêzên ewlekariyê di mijara tehdîdan de ew hişyarkiribûn.”
Li Pakistanê her ber bi hilbijartinê ve diçe, êrîş, teqîn û kuştin zêdetir dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin