TSK’ê, bajarê Qamisloyê bombebaran kir!

TSK’ê, bajarê Qamisloyê bombebaran kir!

PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand, hêzên Tirk îro xaleke sînorî ya bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dronekê daye ber bombeyan. Hat zanîn ku di encama êrîşê de birîndar çêbûne.

Di agahiyên hatin belavkirin de hat zanîn ku ji aliyê hêzên Tirk ve xaleke sînorî ya nêzîkî Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 a li bakurê bajarê Qamişloyê ya nêzî rêya Hîzamê, hat bombebarankirin. Lê di derbarê hûrgiliyan de hîn agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Îro, êrîşeke din jî çêbûbû

Tevî ku rayedarên Tirkiyeyê ji duh ve hegera operasyona li dijî Rojava ji rojeva xwe kêm nakin, ji bilî vê êrîşa li Qamişloyê, îro danê sibehê droneke Tirkiyeyê gundê Xerezê li rojavayê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jî dabû ber bombeyan.

Duh jî dîsa li gundewarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehba û Şera ya li herêma Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin