Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de, 2 kesan ji koronayê can da û 25 kesên din jî pê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, kesên jiyana xwe ji dest dane jinek ji Qamişloyê, 2 mêr û 2 jin jî li Tebqayê ne.

Dr. Mistefa diyar kir ku 15 mêr û 10 jin bi vîrusa koronayê ketine û ew jî; li Hesekê: 5, Qamişlo: 1, Dirbêsiyê: 2, Reqa: 4, Dêrazor: 11 û li Kampa Holê: 2 kes in.

Herwiha hat eşkerekirin ku 8 nexweşên din jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîşt18 hezar û 51 nexweşan, ya mirinan bû 737 kes û heta niha hezar û 837 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin