Iraq: Wê Tirkiye bo me bêhtir avê berde

Iraq: Wê Tirkiye bo me bêhtir avê berde

PeyamaKurd- Berdevkê parlementoya Iraqê ragihand ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan soz daye wan da bo Iraqê avê zêdetir berde.

Çemê Dîcle û Firatê ji Kurdistana Bakûr dizên û di ser Iraqê de diçin bajarê Iraqê Basrayê û li wê derê dikevin behrê. Gelek çemên din hene ku diçin nava Kurdistana Iraqê û li wê derê dikevin ser Dîcleyê. Dîcle ya mezin piştî dikeve nava Iraqê di nava bajarê Mûsilê de derbas dibe û diçe di nav Bexdayê re derbasî Basrayê dibe. Dîcle, Mûsil û Bexdayê dike du cî.

Bi deh salane ku ava Dîcle û Firatê bi giştî di navbera Tirkiye û Iraqê de, bi taybetî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de pirsgirêkin. Ew bêhtir avê dixwazin û ji avakirina bendavên Tirkiyê acizin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin