PeyamaKurd - Ji ber kêş û hewaya zivistanê ya dijwar û barîna berfa zêde li çend bajarên bakurê Kurdistanê metirsiya ketina aşîtên berfê derket holê û hişyarî hat dayîn.
Navenda Herêma 14emîn a Saziya Keş û hewayê ya Tirkiyê ragihand ku li bajarên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê metirsiya aşîtê derketiye holê û hişyarî hat dayîn.
Li gor pêşbiniyên meteorolojiyê dê li bajarên navborî dijwariya zivistanê berdewam bike, şevan pileya germê gelekî kêm bibe û mij û qeşem hebe.
Herwiha bang li xelkê hat kirin ku ji bo metirsiya qeşemê û aşîtan bi tevdîr bin û kesên derdikevin rêyan jî baldar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin