PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Çînê vîruseke din ji bilî koronayê peyda bûye ku heta niha 7 kesan bi wê vîrusê can daye.
Heta niha ji vîrusa bi navê ‘Bunyavîrus’ ku ji serê salê ve peyda bûye, 7 kesan li Çînê can daye û zêdetirî 60 kesan jî li nexweşxaneyan ketine bin çavdêriya pizîşkî.
Vîrusa bi navê ‘sendroma buynavîrus (SFTS)’ cara ewil li Taywanê sala 2010an peyda bûye û ji serê salê ve li Çînê jî derketiye holê ku nîşaniyên wê jî yên wekî bêhalî, zikêş, kela laş û bê îştehî dişibin yên Covid-19yê.
Li gorî zanyariyên Navenda Kontrola Nexweşiyan ya Taywanê, di wê vîrusê de rêjeya mirina mirovan ji sedê 10 e.
Herwiha li gorî lêkolîneke Amerîkî jî bunyavîrus jî ji mirovan derbasî mirovan dibe û îhtimala bi rêya xwînê derbas dibe heye.
Li gorî lêkolînê ev vîrusa ku wekî koronayê koka wî Çîn e, ji ser mirovan bêhtir dikare li ser ajalan bibe sedema pandemiyê.
Vîrusa navborî ji bilî mirovan heta niha, li ser bizin, dewar, hesp û berazan hatiye tespîtkirin ku metirsî heye bi rêya teyrikên koçber belavtir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin