PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 6 nexweşên koronayê wefat kirine û 107 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 5ê Çile de da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 107 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî 21 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê, 50 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha hat ragihandin ku 6 kesan ji ber vîrûsa koronayê wefat kirine ku ew jî 2 kes li Hewlêrê û 4 kes li Duhokê ne.
Wezaretê eşkere kir ku 986 nexweşên koronayê jî di nav 24 demjimêrên dawî de baş bûne ku ew jî 334 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 382 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 52 kes li Raperînê, 37 kes li Germiyanê ne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanî gihîşt 103871 kesan, ya mirinan bû 3403 kes û heta niha 75118 kes jî ji koronayê rizgar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin