PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser, amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir; 54 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 14 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Kobanî, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrezorê, 7 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, 2 kesan can dane û 3 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 18366 kesan, ji wan 1854 kes baş bûne û 761 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin