PeyamaKurd – Bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo bi Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re bicive, gihîşt Bexdayê.
Li gor zanyariyan, şeva borî Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gihîşt Bexdayê û îro bi Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re dicive û derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê bo sala 2021an guftûgoyan dikin.
Herwiha zanyarî didin zanîn, Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hewl dide Komîteya Darayî razî bike û li Parlamentoya Iraqê deng li ser pişkê Herêma Kurdistanê wek çawa Hikûmeta Iraqê diyar kiriye bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin