PeyamaKurd – Rojnameya New York Times ragihand ku Tirkiye piştî lutkeya hefteya borî ya Brukselê penaberên ku şandibûn ser sînorê Yûnanistanê bi otobûsan ji nû ve vedigerîne nav xwe.
NYTê di raporta xwe de diyar kir ku Tirkiye bi otobûsan penaberên li bendê de derbasî nav sînorên Yûnanistanê bibin, bi otobûsan vedigerîne ku beriya niha wekî şantaj derî ji wan re vekiribûn û ew dişandin bi ser ewropayê de.
Herwiha rayedarên Yûnanî jî dibêjin, hejmara penaberên li ser sînor ji sed hezaran niha hatiye asta sedan kesan.
Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyê xwestibû li gorî peymana penaberan a sala 2016an tevbigere û piştî hevdîtina li Brukselê jî Tirkiyê biryara xwe ya şandina penaberan guhert.
Balyozê Yekîtiya Ewropa Marc Pierini jî gotibû, vekirina deriyan ji aliyê Tirkiyê ve, li Ewropayê wekî şantaj tê dîtin û bicihanîna peymanê zehmet dike ku YE dixwaze hin sererastkirinan di peymanê de bike û zêdetir pere ji Tirkiyê re bişîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin